Muhammet İkbal Arslan
31 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 01 Sibat 2024
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand, ji ber ku alîkariyên xidayê di wextê plankirî da negihîştin Xezeyê, Xezeyiyên ku pir birçî bûne, naçar man.
Ghebreyesus li ser Xa platforma medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, li Xan Yûnisa herêma Xezeyê derdora Nexweşxaneya Nesrê operasyonên eskerî dewam dikin, digel vê yekê RTD û şirîkên wê duh li wê derê seba 1000 nexweşxan alavên tibî yên sereke peyda kirin û serkeftî bûn.
Ghebreyesus diyar kir, wan hewl da ku xida jî bişînin nexweşxaneyê, lê ew serkeftî nebûn.
Ghebreyesus daxuyand ku Nexweşxaneya Nesrê vê gavê xizmeta 400 nexweşan dike û li vê derê alavên tibî yên mezin, sotemenî û xida kêm e.
Ghebreyesus destnîşan kir, kar û barên li baregeha kontrolê gîhandin û belakirina xidayê bi derengî dixe û wiha dewam kir, "Ji ber vê rewşê (derengmayîn) merivên li Xezeyê yên ku gelekî birçî bûne, naçar dihêle. Jixwe di rewşeke cehenemî da dijîn."