İbrahim Atmaca
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê bangî rejima Sûriye û Rûsyayê kir ku Dumaya navçeya Xûtaya Rojhilatê ku êrîşa çeka kîmyayî li ser hat kirin, ji bo alîkariya tibî ya navneteweyî û çavdêriyê vekin.
Berdevk Sanders di brîfînga çapemeniyê ya li Qesra Spî li ser êrîşa çeka kîmyayî ya ku rejimê kir sekinî.
Sandersê bi bîr xist ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ji ber êrîşên kîmyayî yên Esed Rûsya û Îran jî berpirsyar in.
Sandersê ji ber êrîşa çeka kîmyayî ya rejima Esed bal kişand ser Rûsya û Îranê û wiha got: "Heke ku piştgiriya wan tunebûya ev çalakî çênedibû. Her wiha Serok got ku Rûsyayê îxanet li dawîlêanîna bernameya çeka kîmyayî ya rejima Esed kir. Ji bo vê jî bedelek wê were dayîn."
Sandersê got, "Em ji civata navneteweyî hêvî dikin ku hemû agahiyên li ser êrîşê parve bikin û kiryaran berpirs bibînin. Her wiha em bangî rejima Sûriyeyê û Rûsyayê dikin ku herêma ku êrîş lê hat kirin, ji bo alîkariya tibî ya navneteweyî û çavdêriya navneteweyî were vekirin."
- Nîqaşa vekişîna ji Sûriyeyê
Sandersê li ser vekişîna ji Sûriyeyê wiha got: "Serok (Trump) piştî ku DEAŞ li Sûriyeyê bi temamî hat têkbirin û şûnda dixwaze eskerên me vegerin malê. Lê di heman demê da dixwaze ku Esed dev ji êrîşên çeka kîmyayî jî berde. Sînyala ku em ê eskerên xwe paşve bikşînin, wê kabîliyeta me ya ku em kiryaran wek berpirs bibînin, kêm neke. Paşvekişîn û berpirsyardîtina kiryaran ji hev cuda ye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump serê sibê di civîna kabîneyê da gotibû ku li dijî rejima Esed vebijêrka eskerî jî tê da hemû vebijêrk li ser maseyê ne û heke di êrîşê da para Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hebe, ew ê jî "berdêlê bide".
Trump diyar kiribû ku ew ê di nav 24 û 48 saetan da biryara ku wê çi bikin, bidin û gotibû ku berpirs wê berdêleke giran bidin.
Di êrîşa çeka kîmyayî ya rejima Sûriyeyê da li Dumayê 78 sivîl hatibûn kuştin.