Elif Orhan
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
WASHINGTON
Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê der barê pêvajoya bi awayekî sînorkirî ji nû ve destpêkirina miameleyên vîzeyê yên di navbera Tirkiye û DYAyê de daxuyaniya "Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û der heqê dosyeyên ku pêvajoya darizandinê berdewam dikin de ji aliyê Hikûmeta me ve dayîna temînatê ne mijara nîqaşê ye." da.
Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji nûve destpêkirina qebûlkirina serlêdanên vîzeyê geşedaneke "erênî" ye.
- "Dayîna temînatê mijara nîqaşê nîne"
"Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û der heqê dosyeyên ku pêvajoya darizandinê berdewam dikin de ji aliyê Hikûmeta me ve dayîna temînatê ne mijara nîqaşê ye. Li Tirkiyeyê tu peywirdarên nûnertiyê ji ber îcrakirina peywira fermî neketiye lêpirsîna edlî. Personelê navborî yê ku DYAyê ew îstihdam kiriye jî dîsa ne di çarçoveya peywira fermî de ji ber ku der heqê wî de sûcdarkirinên gelekî mezin hene der barê wî de lêpirsîna edlî hat kirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê der heqê kesên ku derkevin derveyî peywirên qonsolosxaneyê û sûc bikin de ji niha pê ve jî dê pêvajoyên darazê mimkûn be û wiha hat gotin:
"Ji aliyê din ve di 18ê cotmeha 2017an de li Enqereyê di civîna ku rayedarên Tirkiye û DYAyê beşdar bûn de di mijara di mijarên edlî û hevkariya qonsolosxaneyê de dualî bêtir agahdarkirin bê kirin de lihevkirin çêbû. Wekî li hemû nûnertiyên dîplomatîk û konsuler ên li Tirkiyeyê der heqê ewlehiya nûnertiyên DYAyê de jî dema ku hemû tevdîr hatibûn girtin û di vê mijarê de hat ragihandin ku hewcedariya îlawe ya ji aliyê DYAyê ve tune di daxuyaniya navborî de rewşa ewlehiyê hatiye bilêvkirin û ev yek jî hat lomandin û rastiyê nîşan nade."
Di daxuyaniyê de her wiha hat qalkirin ku li DYAyê der barê dozên der heqê welatiyên Tirkiyeyê de gelek fikarên Tirkiyeyê hene û "rayedarên tirk ji bo ku ev doz bi awayekî tetmînker bigihêjin çareseriyê" dê hevdîtinên xwe yên bi mixatabên xwe yên amerîkî re bidomînin.
Serwêsa agahiya vîzeyê ya DYAyê diyar kiribû ku mîsyona DYAyê ya Tirkiyeyê bi awayekî sînorkirî dest bi qebûlkirina serlêdanên vîzeyê kir. Piştî vê daxuyaniyê Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê jî eşkere kiribû ku li nûnertiyên dîplomatîk ên li DYAyê yên Tirkiyeyê dê bi awayekî sînorkirî serlêdanên vîzeyê yên welatiyên DYAyê qebûl bikin.
Balyozxaneya Enqereyê ya DYAyê di 8ê cotmehê de eşkere kiribû ku li hemû mîsyonên xwe yên dîplomatîk ên li DYAyê xizmetên vîzeyê yên ku koçber nînin hatin rawestandin û Tirkiyeyê jî heman rojê ji bo welatiyên DYAyê miameleyên vîzeyê yên li mîsyonên Tirkiyeyê yên DYAyê rawestandibû.