Elif Orhan
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
WASHINGTON
Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku Tirkiye di nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên li DYAyê bi awayekî sînorkirî dest bi qebûlkirina serlêdanên vîzeyê yên welatiyên DYAyê kir.
Balyozxaneyê piştî ku DYAyê eşkere kir ku li nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên DYAyê bi awayekî sînorkirî dest bi qebûlkirina vîzeyan kir der barê mijara vîzeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Tirkiye ji mîsyonên xwe yên dîplomatîk û konsuler ên li DYAyê bi awayekî sînorkirî dest bi qebûlkirina serlêdanên vîzeyê yên welatiyên DYAyê kir."
Di posteyên elektronîk ên ku serwêsa agahiyê ya vîzeyê ya DYAyê ji welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji bo mîsyononên DYAyê serlêdana vîzeyê kiribûn re şandibû de hatibû diyarkirin ku mîsyona DYAyê ya li Tirkiyeyê bi awayekî sînorkirî dest bi qebûlkirina serlêdana vîzeyan kir.
Balyozxaneya Enqereyê ya DYAyê di 8ê cotmehê de eşkere kiribû ku li hemû mîsyonên xwe yên dîplomatîk ên li DYAyê xizmetên vîzeyê yên ku koçber nînin hatin rawestandin û Tirkiyeyê jî heman rojê ji bo welatiyên DYAyê miameleyên vîzeyê yên li mîsyonên Tirkiyeyê yên DYAyê rawestandibû.