02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
BEXDA
Rêveberiya navendî ya Iraqê ji bo derbasbûna diyalogê ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xwest ku encamên referandûmê betal bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê hat dayîn da wiha hat ragihandin: "Divê Herêma Kurdistana Iraqê bi Bexdayê ra diyalogeke ciddî bike û ji bo xurtkirina yekîtiya Iraqê divê encamên referandûma ku li dijî makezagonê ye, betal bike"
Li gor daxuyaniyê ji Herêma Kurdistana Iraqê ra wiha hat gotin: "Li cihên ku we bi dest xistiye, provokasyonê bi dawî bînin, li gor biryarên dadgeha makezagonê û federalî tevbigerin."