Türkan Tosun
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
BOGOTA
Serokê Dewleta Kolombiyayê Ivan Duque got biryara "Filistîn wekî dewleteke serbixwe nas kirin" di dema Serokê Dewleta Kolombiyayê yê berê Juan Manuel Santos da hatiye dayîn û ji vê biryarê veger nabe.
Duque beşdarî bernameyeke Radyoya Caracolê bû.
Ji Duque hat pirsîn biryara ku di dema Serokê Dewleta Kolombiyayê yê berê Juan Manuel Santos da hatiye dayîn wê bê betalkirin an bê mihafazakirin.
Li ser vê pirsê Duque wiha got: "Ji vê biryarê veger nabe. Em wekî dewletên parçeyekî civaka navneteweyî şûna çareseriyê nikarin bibin parçeyekî pirsgirêkan. Ev çareserî jî ji bo aştiyeke biîstîqrar û mayînde ya dudewletî rêyek e."
- Pêvajo
Wezîfeya Serokê Dewleta Kolombiyayê yê berê Juan Manuel Santos di 7ê Tebaxê da qediya. Lê Santos di 3yê Tebaxê da qebûl kir ku Filîstin dewleteke serbixwe ye û desthilat e.
Balyozxaneya Bogotayê ya Îsraîlê li ser vê biryarê daxuyaniyek dabû û gotibû ev biryar ji bo wan surprîz e û hêviya wan şikestiye.
Balyoz Marco Sarmoneta çûbû ziyareta Alîkara Serokê Dewleta Kolombiyayê Marta Lucîa Ramîrezê û gotibû ew ji ber vê biryarê aciz in.
Kolombiyaya ku nifûsê wê 49 milyon e tekane welatê Amerîkaya Latîn bû ku dewleta Filîstinê ya ku di 15ê Mijdara 1988an da serxwebûna xwe îlan kiriye, nas nedikir.