03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
ASTANA
Civîna teknîkî ya mekanîzmaya bicihkirina agirbesê li Sûriyê û çavdêrîkirina wê ku ji aliyê Tirkiye, Rûsya û Îranê pêk tê cara ewil wê 6ê Sibatê li paytextê Qazaqistanê Astanê were kirin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Derve ya Qazaqistanê Anuar Caynakov, ji bo ajansa xeberan a Kazinformê axivî û got dê civîna teknîkî ya ewilî bi beşdariya Tirkiye, Rûsya, Îran û Neteweyên Yekbûyî 6ê Sibatê li Astanayê were kirin.
Diyar kir ku dê di civînê de bihêzkirina agirbesê were xeberdan.