11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Di 23ê çileya paşîn de li Astanaya paytextê Qazakîstanê ji bo ku di navbera hêzên rejima Beşşar Esed û muxalifan de lihevkirinek çêbibe, civînekê bê lidarxistin. Ji bo vê civîna ku Tirkiye û Rûsya li dar dixin amedehî dewam dikin.
Rêvebirên tirk bi Rûsyayê û muxalifên ji Sûriyeyê re hevdîtin kirin. Li gor agahiya wan ji ber ku hêzên rejimê li gor berê agirbestê kêm îxlal dikin, amadehiyên civîna Astanayê jî bilez dewam dikin.
Heyeta Rûsyayê ya teknîkê duh li Enqereyê hin hevdîtin pêk anî û vegeriya Moskowayê.
Rayedarên tirk bal kişandin û gotin ku komên ku Îran piştgiriyê didê agirbestê îxlal dikin û muxalif ji vê acizin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî ya ku AAyê bi dest xist, nûnerên muxalefeta siyasî û leşkerî yên sûrî li Enqereyê bi rayedarên tirk re li ser amadehiyên civîna Astanayê diaxivin.
Di hevdîtinan de muxalif behsa daxwaz û hêviyên xwe yên ku wê di civîna Astanayê de biaxivin, dikin.
Heke li Astanayê nûnerên rejimê û muxalifan rasterast hevdînan nekin, şûna rayedarên Neteweyên Yekbûyî Tirkiye û Rûsya wê bibin navbeynkar
Di muzakereyên teknîk de dibe ku Amerîka û Îran jî beşdarî civînê bibin.