Fatih Gazioğlu
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
CARÎTA
Li Endonezyayê ji bo teqîna Çiyayê Agirîn Anak Krakatauyê ku bûbû sedama tsunamiyê hişyariya pirteqalî hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Volkanolojî û Kêmkirina Afatê ya Jeolojîk (PVMBG) hat dayîn, xetereya xwelî û dûyê ku ji çiyê belav dibe hê dewam dike û ji ber vê wan alarma pirteqalî (Sîaga) da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku divê qasî 5 kîlometre derûdorê çiyê tu kes nêzî herêmê nebe û tu fealiyetan nemeşînin.
Serokê Navenda Çavderiyê Anak Krakatauyê Wîndî Cahya Untungot got wan tespît kir ku li çiyê dibe ku teqînên nû çêbibin û ji ber vê asta alarmê bilind kirine.
Sekreterê Giştî yê Daîreya Jeolojiyê yê Wezaretê Çavkaniyên Kan û Vejena Endonezyayê Antonîus Ratmodo Purbo diyar kir ku li çiyayê agirîn her 20 saniyeyê carekê teqînek çêdibe û qasî 500 hezar mêtrekup xweliyê diavêje derva.
Purbo gotibû perçeyekî mezin ji çiyê ketiye behrê û ev jî li qeraxên behrê bûbû sedema tsunamiyê.
Di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya navbera Sumatra û Grava Cavayê çêbû da 430 kes miribûn û 159 kes jî wenda bûbûn.
Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye.
Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.