İbrahim Atmaca
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Misteşarê Sanayiyê yê Parastinê Îsmaîl Demir ragihand, ji bo temîna S-400î wan dîroka teslîmkirinê ya peymana ku bi Rûsyayê ra hat îmzekirin hilda tîrmeha 2019an.
Demir li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got ku li Kulliyeya Serokomariyê di navbera Tirkiye û Federasyona Rûsyayê da Civîna Tevkariya Dualî ya Payebilind hat kirin û ew beşdarî civînê bûn.
Demir diyar kir ku di civînê da li ser derfetên tevkariya qada sanayiya parastinê ya navbera herdu welatan sekinîn û wiha dewam kir: "Ji bo temîna pergala S-400î me dîroka teslîmkirinê ya peymana ku bi Rûsyayê ra hat îmzekirin hilda tîrmeha 2019an."