Fatih Gazioğlu
27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
TBMM
Wezîrê Parastina Neteweyî Caniklî daxuyaniyek da û got ku Tirkiye çend sal berê beşdarî projeya F-35an bû û wiha axivî: "Tu eleqeya vê û kirîna me ya S-400an tuneye."
Wezîr Canîklî li meclisê beriya Komcivîna AK Partiyê ya TBMMê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Canîklî li ser pirsa "Rewşa dawîn a kirîna S-400an çawa ye? Gelo kirîna wan wê li ser projeya F-35an tesîrê bike?" wiha got:
"Li ser hevoka ku me herî dawî gotibû heta niha tu guherîn tuneye. Peyman hatin îmzekirin, fînansman hat çareserkirin, sîparîş û awans jî hatin dayîn. Em hê li heman cihî ne. Heta ku em zûtir wergirin car caran bi wan re diaxivin."
Wezîr Canîklî li ser pirsa "Ev wê li ser rojeva F-35an tesîrê bike?" jî wiha got: "Na, tu eleqeya wê û projeya din tuneye. Hemû proje ji hev cuda ne. Tirkiye çend sal berê beşdarî vê projeya F-35an bûye. Di sala pêşiya me jî wê bên teslîmkirin. Em pereyê wê didin, tu eleqeya wê bi ya din re tuneye."