Haydar Şahin
03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê Îranê der barê kuştina Qasim Silêmaniyê generalê Îranê da got, "Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."
Xameney der barê kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê yê ku li Bexdayê di êrîşa Amerîkayê da hat kuştin da daxuyanî da.
Xameney di daxuyaniya xwe da serxweşî da eqrebeyên Silêmanî û gelê Îranê û wiha got: "Bi çûyîna wî karên ku wî dikirin ew ê nesekinin û rêya wî ew ê neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."
Xameney diyar kir ku li welêt ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin.