Önder Beyter
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson bangewazî kir ku peymana nukleerê ya ligel Îranê, bi peymaneke ku bersivê dide daxwazên Serokê Amerîkayê Donald Trump ra biguherînin.
Johnson ku ji dezgeha weşana qamûyê ya Îngiliz BBCyê ra axivî, li ser peymana nukleerê ya ligel Îranê nirxandinên xwe anîn ziman.
Johnson diyar kir ku peyman li gorî nêrîna Serokê Amerîkayê Trump netemam e û wiha got, "Werin em bi hev ra bixebitin da ku em peymanê biguherînin û herwiha em peymaneke Trump têxin şûnê."
Îngiltere wekî koma "E3" ligel Almanya û Fransayê tevgeriyabû û ragihandibû ku ew pabendî peymana nukleerê ya ligel Îranê ye.
Di navbera Îran û herwiha Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya, Îngiltere û Yekîtiya Ewropayê da sala 2015an peymaneke ku fealiyetên nukleerê yên Tehranê verast û kontrol dike, hatibû îmzekirin.
Lêbelê piştî ku Trump hatibû ser peywirê, Washington yekalî ji peymanê vekişiyabû û cardin dest bi sepandina astengkirinên dijî Îranê kiribû.
Îrana ku ji aliyên din ên peymanê xwestibû ku Washingtonê rawestînin, lêbelê di vê daxwaza xwe da bi ser neketibû, ragihandibû ku wê di tîrmeha 2019an da ji hin madeyên peymanê, 5ê rêbendanê jî ji hemû teahudên peymanê xwe da alî.
Tehranê herwiha ragihandibû ku heger astengkirin werin rakirin û berjewendî werin temînkirin, ew amade ye ku cardin vegere ser peymanê.