25 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer bi mensûbên çapemeniyê ra hevdîtin kir, lê nûnerên saziyên medyayê yên wek CNN, New York Times, BBC û Los Angeles Timesê hilnedan odeya hevdîtinê. Medyaya Amerîkayê jî bertek nîşanî vê helwestê da.
Ji bilî saziyên ku nehîştin tevlî civîna çapemeniya ku li Qesra Spî hat kirin bibin, saziyên çapemeniyê yên din jî bi daxuyaniyên xwe va bertek nîşanî rêvebiriya Donald Trump dan.
Di daxuyaniya kanala CNNê da wiha hat gotin: "Ev gava Qesra Spî nayê qebûlkirin. Bi rastî ji ber ku kêfa wan ji rastiyên ku hûn (çapemenî) dinvîsin ra nayê, bi vî şiklî heyfê hildidin. Em ê guh nedin van û çêkirina xeberên xwe bidomînin."
Seredîtorê New York Tîmesê Dean Baquet jî di daxuyaniya xwe da got ku li Qesra Spî heta niha astengkirineke wiha nehatiye kirin.
Baquet diyar kir ku ew hilnedayîna nûnerên New York Tîmesê û saziyên din ên çapemeniyê bi tundî protesto dikin.