20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
WASHINGTON
Televizyona CNNê ya Amerîkayê ji ber peyama wê ya "Peykerê Azadiyê bi xemgînî serê xwe xwar kir", nûçegihana xwe du hefte ji wezîfeyê dûr xist.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê da derketin, piştî ku Meclisa Nûneran a DYAyê pêşnûmaya zagonê ya ku hin bendên wê qebûlkirina penaberên ji Sûriye û Iraqê asteng dike, nûçegihana CNNê Elîse Labottê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama "Meclisê pêşnûmaya ku qebûlkirina penaberên Sûriyeyê asteng dike qebûl kir, Peykerê Azadiyê bi xemgînî serê xwe xwar kir" weşand.
Peyama Labottê di demeke kurt da zehf hat parvekirin û li ser vê rayedarekî CNNê ji çapemeniya DYAyê ra got ku rêvebiriya kanalê Labottê du hefte ji wezîfeyê dûr xist.
Televizyona CNNê der barê mijarê da hê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Li Meclisa Nûneran pêşnûmaya ku qebûlkirina penaberan asteng dike bi destê parlementerên Komarparêz hatibû dayîn û bi alîkariya hin endamên Demokrat jî li dijî 137 rayan bi 289 rayî hatibû qebûlkirin.