LONDRA
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk çû serdana saziya weşanê ya BBCyê ya Îngilîzan.
Ozturk, li navenda BBCyê ya Broadcasting House, bi Rêvebirê Nûçeyên Dinyayê yê BBC Rîchard Porter û Serokê Servîsa Dinyayê yê BBCyê û Herêma Asya û Pasîfîkê Behroûz Afagh re hevdîtin kir.
Di hevdîtinan de Ozturk, der barê armanca sedsala 100emîn a AAyê de axivî û bal kişand li ser geşedadên dawîn yên di du salên dawîn de pêk hatin. Ozturk, der barê xebat û astengiyên derdikevin pêşberî BBCyê de agahî hilda.
Ozturk, di BBCyê de geriya û der barê zimanên weşanê yên AAyê de jî axivî û got: "Bi taybetî piştî ku AAyê wêneyên Sûriyeyê weşand, bandora AAyê zêdetir bû û li Rojhilata Navîn hêza AAyê du qat pêş ket."