Abdullah Tel
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
XEZE
Balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeyê êrîşî kozikên Lîwayên Îzzeddîn el-Qassam yên ku baskê eskerî yê Hemasê ye, kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan balafirên şer ên Îsraîlê li Deyr el-Belah a herêma Xezeyê êrîşî ser kozikên Lîwayên Qassam kirin.
Hat gotin ku di êrîşê da tiştek bi tu kesî nehatiye.
Wezareta Karên Navxweyî ya li Xezeyê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî ser du cihên polêsên behrê yên Xezeyê kirin û di êrîşê da tişt bi kesî nehat.
Di vê navberê da artêşa Îsrîlê jî di daxuyaniya xwe da got ku balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeyê êrîş birin ser 6 baregehên Hemasê.