Haydar Şahin
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Navenda Giştî ya NYyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Îdlibê gelek tişt di xetereyê da ne, li Sûriyeya ku lê xwîn dirije dibê ji şerekî berfireh dûr bisekinin, heke wisa nekin felaketeke mirovahiyê ya mezin ew ê derkeve holê.
Guterres bi bîr xist ku li Îdlibê 3 milyon kes dijîn, nîvê wan berê ji cî û warên xwe hatibûn kirin û wiha axivî: "Jiyana wan serobino bû û ciyekî wan ê ku herin tune."
Guterres bal kişand herêma bêpevçûn a herî dawîn Îdlib e dibê wê derê venegerînin gola xwînê.
Guterres destnîşan kir ku rewşa halêhazir a li Îdlibê nameşe û lêbelê ew ê destûrê nedin hebûna terorîstan jî, dema li dijî terorê têkoşîn tê dayîn jî dibê berpisyariyên navneteweyî neyên jibîrkirin.
Guterres got ku rasterast bangî hemû aliyan dike bi taybetî bangî Tirkiye, Rûsya û Îranê dike ku bira ji bo pêşîlêbirîna şerê li Îdlibê û parastina sivîlan hewlan badilhewa nekin.
Guterres got ew ê ji bo dîtina çareseriya siyasî her tim bang bikin û wiha pê da çû: "Van merivan ji hedê xwe zêdetir êş û jan kişandin, parastina wan deynê stûyê me ye."