Önder Beyter
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
BOGOTA
Du rêveberên berê yên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku çek danî, Serokê Giştî yê rêxistin û partiya siyasî ya nû Hêza Şoreşger a Alternatîfa Civakê (FARC) Rodrigo Londono bi wê yekê tawanbar kir ku bûrjûvayê diparêze.
Li Kolombiyayê di navbera serkirdeyên FARCa ku bi hikûmetê ra peymana aştiyê îmze kir û hat ser xeta meşrû da bi taybetî piştî ku kesê binavûdeng Jesus Santrich bi îdiaya "bazirganiya hişbirê" hat girtin, nakokî xwe didin der.
Di nameya serkirdeyên rêxistinê Joaquin Gomez û Bertulfo Alvarez ku di çapemeniya welêt da jî belav bû da serokê FARCê Londono ku bi navê "Timochenko" tê zanîn, bi wê yekê va hat tawanbarin ku bûrjûvayê diparêze.
Di nameyê da qala peymana aştiyê hat kirin û wiha hat gotin, "Me li ber distûrê bejna xwe tewand, lêbelê ev nayê wê wateyê ku em ê meşrûiyeta bûrjûvayê bi 'pelerîn û şûr' va biparêzin."
Alvarez û Gomez di nameyê da îdia kirin ku hin serkirdeyên FARCê vê rewşê wiha fêm dikin û wiha hat gotin, "Londono bi awayekî ku kesî texmîn nedikir û bi hisiyateke nedîtî va xwe kiriye notirvanê pergala bûrjûvayê."