Türkan Tosun
08 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê paytextê Îsraîlê qebûl dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filistînê de nabe alîkar, ewlehiya herêmê xurttir nake, ji ber vê şaşiyeke mezin e.
Macron beşdarî xwarina CRIFê ya ku saziya rêxistinên Cihûyan e bû û li wir axivî.
Macron behsa têkiliyên Îsraîl û Filistînê kir û got der barê geşedanên li Rojhilata Navîn, gefxwarinên Îranê yên li Sûriye, Libnan û Iraqê de ew bi Netanyahu re dixebitin û wiha dewam kir: "Di vê mijarê de tevgera Fransayê eşkere ye, ew rêzê nîşanî peymanên hatine îmzekirin, dide. Lê divê li hember bernameya balîstîk a Îranê û desthilatiya wê ya li herêmê têkoşîn bê kirin. Em bi mutefîqên me Îngiltere, Almanya û Amerîkayê re ji bo vê dixebitin."
Macron ji bo rewşa Qudsê jî wiha got: "Heke mirov bi dilsozî biaxive, bi ya min biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê paytextê Îsraîlê qebûl dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filistînê de nabe alîkar. Ewlehiya herêmê baştir nebû. Ji ber vê şaşiyeke mezin e."
Macron got pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filistînê de divê bi diyalogê bên çareserkirin.
- Daxuyaniya Trump rewş guherandibû
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê çileya pêşîn a 2017an de daxuyandibû ku ew Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike û ji bo Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê bikişe Qudsê wî telîmat daye Wezareta Karên Derva.
Civaka navneteweyî bertek nîşanî vê biryara Trump dabû.
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan jî duh daxuyaniyeke nivîskî dabû û gotibû bernameya fuzeyê ya balîstîk a Îranê ji bo Fransa û mutefîqên wê tehdîd e û li herêmê jî îstiqrarê xirab dike.
- Li Qudsa dagirkirî 50 sal
Îsraîla ku di 5ê hezîrana 1967an da Qudsa Rojhilatê dagir kir di sala 1980yî da jî yek alî rojhilat û rojavayê Qudsê wek "paytextê yekbûyî" îlan kir.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî di sala 1980yî da bi biryara 478an va îlhaq û dagirkeriya Îsraîlê bêqanûnî îlan kir.
Di çarçoveya biryara KENYyê ya ku Amerîka û hemû civaka navnetewî qebûl dike tê qebûlkirin ku Qudsa Rojhilatê dagirkirî ye. Balyozxaneya hemû welatên ku reveberiya Îsraîlê nas dikin li Tel Avîvê ne. Tu welatek Qudsê wek paytext nas nake.
Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Îsraîl û Filistînê de di nîsana 2014an de hatibû rawestandin.