İbrahim Atmaca
08 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ANKARA
Junventusa kulûba Îtalyan bû mêvanê Tottenhama tîma Îngiltereyê. Tottenham di deqîqeya 39em da bi gola Heung-min Son va nîvê ewil 1-0 kuta kir.
Juventusê di deqîqeya 64em da bi gola Gonzala Higuain skor kir 1-1 û di deqîqeya 67em da jî bi gola Paulo Dybala va jî pêşbirk 2-1 qezenc kir.
Juventusa fînalîsta par bi vê pêşbirkê va derket fînala çaryek.
- Manchester City têk çû, lê derket fînala çaryek
Manchester Citya ekîba Îngiliz di stada xwe da bi Basela nûnera Swîsreyê ra leyîst.
Gabriel Jesus piştî seqetiya xwe cara ewil leyîst û di deqîqeya 8em da gol avêt. Ev gol di dîroka Lîga Şampiyonan da bû gola 100em a Manchester Cityê.
Baselê bi gola Mohamed Elyounoussi va di deqîqeya 17em da skor wek hev kir û di deqîqeya 71em va bi gola Michael Lang va pêşbirk 2-1 qezenc kir.
Manchester City ji 3yê berfanbara 2016an heta niha di stada xwe da têk nediçû.
Manchester City têk çû, lê bi saya avantaja skora pêşbirka ewil derket fînala çaryek.