Abdullah Tel
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
MOSKOVA
Hat diyarkirin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê DYAyê Donald Trump di mijara têkbirina DEAŞa rêxistina terorê ya li Sûriyeyê da biryardariya xwe teyîd kirin.
Di daxuyaniya ji hêla Kremlînê va hat dayîn da hat gotin ku herdu lîderên di çarçoveya civîna Hevkariya Aboriya Asya Pasîfîkê (APEC) da li Da Nanga bajarê Vîetnamê bûn hevdîtineke kurt kirin.
Hat destnîşankirin ku Pûtîn û Trump piştî hevdîtinê bi hev ra metneke bi şirîkatî îmze kirin û biryardariya xwe ya ku dixwazin DEAŞa rêxistina terorê li Sûriyeyê têk bibin, teyîd kirin.