15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
BEXDA
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serokayetiya Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi biryar da ku dîsan beşdarî rûniştinên Parlementoya Iraqê bibe.
Parlementera PDKê Necîbe Necîb di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku rayedarên partiyê piştî civîneke dirêj biryar daye ku ji sibê pê de beşdarî rûniştinên Parlementoya Iraqê bibe.
Necîbê bal kişand ser wê yekê ku hemî partiyên kurdî bi mebesta dawîlênanîna qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha ji çareserkirina pirsgirêkên leşkerî, siyasî û darayî banga diyalogê dikin.
Parlementerê kurd yên endamê Parlementoya Iraqê, ji ber ku parlementoya Iraqê referandûma 25ê îlonê qebûl nekiribû, dawiya meha îlonê biryar dabûn ku beşdarî rûniştinan nebin.