Di raporê de cî dan hevdîtinên bi rayedaran re û tespîtên ku piştî çavdêriyan hatin kirin. Di tespîtan de hat diyarkirin ku ji penaberên ku xwe spartin Tirkiyeyê 200 hezar kes di kampan de dimînin, 600 hezar kesên din bi derfetên xwe bixwe, li bajarên cuda, derveyî kampan dimînin û ev yek jî dibe sedemên pirsgirêkên civakî û çandî û hat dîtin ku di vê mijarê de nediyariyeke mezin heye.
Di raporê de hat îdiakirin Tirkiyeyê ji bo rewşa penaberên Sûriyî ji ber ku rewşeke fiîlî ye, ya hewce nekir, hiqûqek bi cî neanî û hewl da ku rewşê îdare bike û di raporê de cî da van tespîtan: "Diyar e ku ji bo komên xwedî fikr û baweriyên cuda ne û xwe spartine Tirkiyeyê, pirsgirêka kampê heye. Wek mînak, ji bo kurdan û erebên elewî kamp tune ne. Îdiayên ku dibêjin îşkence li penaberên ku ji têlên sînor derbas dinin û tên Tirkiyeyê, dikin cidî ne û tê fehmkirin ku di vê mijarê de tu bergirî nehatine girtin. Em hînbûn ku der barê jinên ku xwe sipartine Tirkiyeyê de pêşdarazî û tevgerên ne baş hene. Hemû talîmatên der barê penaber û kampan de yên ku ji hêla wezaret û serokwezirtiyê ve tên weşandin, tên veşartin. Destûr nadin ku rêxistinên mafên mirovan bikevin kampan. Ev rewş jî nîşan dide ku hin tişt ne zelal in."
- Pêşniyaz
Di cihên girîng yên raporê de hat diyarkirin ku divê li Serêkanî û Şenyurta ku li ser bakurê sînorê Tirkiye û Sûriyê ye û tu pirsgirêkên ewlehiyê tunene "polîtîqaya li ser sînor" bê tetbîqkirin û ev der ji bo arîkariyên mirovahiyê û bazirganiyê bi awayekî berdewam vekirî bimîne.
Raporê de hat pêşniyazkirin ku divê ji bo ku arîkariya mirovahiyê bigihêje Efrîna nêzî sînorê Tirkiye û Sûriyê ye, li sînorê Tirkiyeyê dehlîza arîkariya mirovahiyê bê avakirin, dîwarê ku li Nisêybînê dest bi çêkirinê kirine, demildest bê xirakirin. Divê Tirkiye ji bo ku bikarin genim bihêrin û bikin ar, amûrên hewce û aşan ji wan re bişîne.
Di raporê de hat xwestin ku divê yekîneyên îstixbaratê û ewlehiyê der barê wan kesên ku ji Tirkiyeyê ji bo ku beşdarî El Qaîdeyê bibin û şer bikin çûn Sûriyê û kesên ku arîkarî dan wan xebatên acîl bikin û divê dozgerên komarê jî der barê vê mijarê de lêpirsînê vekin.
Di raporê de hat gotin ku ji hêla El Qaîde û El Nusrayê ve bidestxistina bajarên Sûriyeyê, ji bo gelê Tirkiyeyê jî xetere ye û divê di vê mijarê de polîtîqayên nû bên kirin û di raporê de wiha hat berdewamkirin: "Divê ji bo kesên ku xwe spartin Tirkiyeyê bê ferq û cudahî deriyên sînor bên vekirin û li gor qanûna navneteweyî kesek paş ve neyê vegerandin. Li gor madeya bi jimareya 6458 ya Qanûna Parastina Navneteweyî ya Biyaniyan divê demildest rêziknameyek bê amadekirin, "statuya parastina berwext" ya ku dabûn penaberan bê naskirin û divê bikeve bin ewlehiya qanûnî. Divê di amadekirina vê rêziknameyê de bi rêxistinên mafên mirovan re hevdîtinan û hevkariyê bikin û nêrinên wan bikin bingeh. Giştînameya bi mijara "xizmetên tenduristî û yên din yên ji bo mêvanên sûriyî" li 81 bajaran beyî ku ferqûmêhliya dîn, mezheb û neteweyê, divê bê tetbîqkirin û bi awayekî berdewamî bên qontrolkirin. Divê destûr bidin ku kampên li Tirkiyeyê ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve bên lêkolînkirin."