Haydar Şahin
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Cristiano Ronaldoyê lîstikvanê Real Madrîda taxima Îspanyayê ji bo zarokên ku li Sûriyeyê di tesîra şer da dimînin peyama piştgiriyê weşand.
Ronaldo di hesabê xwe yê medyaya civakî da navê "Save the Children"a saziya civaka sivîl etîket kir û wêne weşand û di peyama xwe da jî nivîsî, "Di nav 5 salan da dibe ku gelek tişt biguherin lêbelê ji bo zarokên penaber tu tiştek neguherî. Wan ji bîr nekin."
Gogvanê ji Portekîzê ber jî ji bo malbatên ji Sûriyeê xwarin, xurek, kinc û amûrên tibbî bexişandibûn.