02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
KUALA LUMPUR
Malezyayê pîştî hefteya peşiya me ji welatiyên Koreya Bakur dê vîzeyê bixwaze.
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Zahîd Hamîdî daxuyanî da û got ku hefteya peşiya me êdî nahêlin welatiyên Koreya Bakur bê vîze derbasî welêt bibin.
Zahîd ragihand ku ji ber ewlehiya neteweyî biryara mecbûriyeta vîzeyê sepandine.
Piştî ku Kîm Jong-nam di 13 sibatê da li balafirgeha Kuala Lûmpûrê bi destê du jinên welatiyên Endonezyayê û Vîetmanê, bi gaza sinirê ya VYyê hat kuştin, ev biryar hat dayîn.
Komeke ku girêdayî Partiya Organîzasyona Neteweyî ya Malaya Yekbûyî (UMNO) ku hevkarê Îqtidarê ye li ber Balyozxaneya Koreya Bakur çalakî li dar xist. Komê xwest ku bila welatiyên Koreya Bakur bê vîze derbasî welêt nebin.
Di doza kuştina Kim Jong de heke ji bo herdu jinan biryara sûcdarbûnê bê dayîn dê bên daliqandin.
Di 13yê sibatê de li balafirgeha Kuala Lûmpûrê Kim Jong-namê birayê mezin yê neheq ê Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong-ûn hat kuştin.