03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy ji bona êrîşa hêzên girêdayî General Xelîfe Hafter ku li Tacura herêma nêzî Trablusa paytextê Libyayê dijî navenda ku koçber lê diman hat kirin wiha got: "Êrîşa ku tê da gelek însanên mesûm hatin kuştin sûcê mirovahiyê ye."
Aksoy di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Li Tacuraya herêma nêzî Trablusê dijî navenda koçber lê diman êrîş hat kirin û ev êrîşa ku tê da gelek însanên mesûm hatin kuştin sûcê mirovahiyê ye. Ji bona tesbîtkirina berpirsiyaran divê demildest lêpirsîna navneteweyî dest pê bike. Em dixwazin civaka navneteweyî di vê mijarê da demildest tevbigere."
Hatibû ragihandin li Libyayê balafirên hêzên girêdayî General Xelîfe Hafter li rojhilatê paytext Trablusê êrîşî navenda koçberên bêdestûr kirine û li gor agahiyên ewil ji 30yî zêdetir kes hatine kuştin.