Önder Beyter
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump di nirxandina xwe ya ewil a li ser encamên hilbijartinên navberê yên Kongreyê da wiha got, "Serkeftineke miezem e."
Trump der heqê hilbijartinên Kongreyê da ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twitterê ra daxuyanî da.
Digel ku piraniya Senatoyê di destê Komariyan da ye, li gorî nûçeyên ewil ên çapemeniya Amerîkayê di Meclisa Nûneran da Demokratan piranî bi dest xist. Lêbelê Trump ligel vê yekê encamên hilbijartinê ji aliyê xwe va wekî serkeftin dît.
Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got, "Serkeftineke miezem e. Ez sipasiya we hemûyan dikim."
Trump dema dest bi peywirê kir, li Kongreyê ku ji sê lingên hêza li Wasingtonê jê hêzek e, piranî di destê Komariyan da bû. Heger piranî bikeve destê Demokratan, di mijarên ku pêwîstiya Trump bi Kongreyê hebe da dê cila di binê Trump da kurt bibe.