Elif Orhan
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
STRAZBURG
Hat diyarkirin ku alîgirên PKKya rêxistina terorê li Strazburgê xwepêşandan kirin û hewl dan ku bi zorî bikevin avahiyên Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), polêsan bi cop û gaza rondikrêj midaxaleyî xwepêşandêran kirin û ji xwepêşandêran 14 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin alîgirên PKKê yên ji bo ku şert û mercên girtîtiyê yên Abdullah Ocalanê serokê terorê protesto bikin li ber derê Konseya Ewropayê xwepêşandan kirin xirecir derxistin û êrîşê hawirdor kirin.
Hêzên ewlehiyê kolana ku avahiyên Konseya Ewropayê û DMMEyê lê ne ji trafîkê re girt û di xwepêşandanê de komek ber bi avahiyên Konsey û Mehkemeyê ve derket rê û bi kevir û çovan êrîşê polêsên wir kirin.
Alîgirên PKKê digel Fransayê ji welatên hawirdor ên wekî Swîsre, Almanya û welatên din hatin du caran kordona polêsan derbas kirin û teşebûs kirin ku bikevin avahiyên Konseya Ewropayê, DMME û saziyên navneteweyî yên din û xisar dan van avahî û hawirdorê.
Ewlehiya Strazburgê eşker ekir ku ji ber kevir û madeyên xeternak ên ku xwepêşandêran avêtin 7 cendirme birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 10 alîgirên rêxistina terorê yên ku rastî midaxaleya polêsên Fransiz hatin ketin baxçeya DMMEyê û ev kes hatin binçavkirin. Xwepêşandêran kolanên Strazburgê kirin wekî qada şer û polêsan bi gaza rondikrêj û copan midaxaleyî xwepêşandêran kirin û ji kesên ku dijî polêsan derketin 14 kes hatin binçavkirin.
Xaçerêya Ewropayê yên ku xwepêşandan lê hat kirin bi qasî saetekî ji trafîkê re hat girtin, seferên tramvay û otobêsê jî hatin betalkirin.