02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
CENEVRE
Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry der barê jinûva cîbicîkirina rêkeftina rawestandina pevçûnên li Sûriyeyê û cîguhestina alîkariyên mirovî da wiha got, "Em li bendê ne ku Rûsya hevkariyê bike. Em li hêviyê ne ku rejim guhê xwe bide Rûsyayê û biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bîne cih."
Kerry li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê seba gotûbêjkirina mijara Sûriyê ligel hevmewqiyê xwe yê urdinî Nasir Cudeh civiya.
Kerry diyar kir ku der heqê tundiya ku li Sûriyê didome da ew rasterast bi Rûsyayê ra xeber didin û wiha dewam kir, "Hêviya me, pêşdaçûn e. Di biryara KENYê da qala li seranserê welat rawestandina pevçûnan û cîguhastina alîkariyên mîrovî tê kirin, lê ev pêk nehat û pêk nayê."
Kerry bal kişand ku di hevdîtinên xwe yên li Cenevreyê da ewê hewl bidin ku pevçûn rawestin û wiha got, "Ev saetên krîtîk in. Em li hêviyê ne ku rejim guhê xwe bide Rûsyayê û biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bîne cih."
Wezîrê Karên Derva yê Urdinê Cudeh jî got ku li Sûriyê bi taybetî jî li Helebê rewş pir xeternak e, li Heleb û derdora wê bidawîbûna agirbestê, agirbesta li seranserê welat jî dixe xetereyê.
Cudeh bal kişand ku li Cenevreyê jinûva destpêkirina muzakereyên Sûriyê bi rawestîna pevçûnan ra girêdayî ye û wiha got, "Li seranserê welat rawestîna şer û pevçûnan dê seba çareseriya siyasî baştir û sûdwertir be."