Li Ankarayê konferansa "Kurd Modelên Çareseriyê, Demokrasî û Aştiyê Nîqaş Dikin" a ku ji ailyê Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Rojhilata Navîn a Navneteweyî (IMPR) ve tê lidarxistin dest pê kir.
Di roja ewil a konferansê de nûnerên siyaseta kurd, nivîskar û rewşenbîr li Tirkiyeyê ji bo çarserkirina pirsgirêka kurd der barê gavên ku hatine avêtin û pêvajoya çareseriyê de fikr û ramanên xwe diyar kirin.
Di destpêka konferansê de Serokê IMPRyê Dr. Veysel Ayhan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Ji bo çareseriyê hemû gavên ku tên avêtin pîroz in."
Ayhan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê wan dê bikin û wiha axivî: "Heyameke nû dest pê kiriye û deriyekî nû vebûye. Ev heyam ji bo hemû derûdorên civakî derfetek e ku xwe îfade bikin. Li welatekî îstiqrar tunebe, hizûr jî tuneye. Em ê bi hev re aştiyê bînin û bêyî ku xwîn birije em dikarin bi hev re bijîn. Ji bo aştiyê her xebat û hewldan pîroz e. Em ê tim li pey tiştên pîroz bikevin."
Dîrektorê IMPRyê Dr. Azîz Barzanî jî wiha got: "Ji bo pirsgirêka kurd pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye. Ev pirsgirêk bi bawerî û diyalogê çareser dibe. Him li Tirkiyeyê û him jî li herêmê îstiqrar girêdayî vê ye."
Piştî axaftinên destpêkê di serokatiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê TBMMyê Dr. Kemal Kaya de civîna bi navê "Nêrînên Der Barê Modelên Çareseriyê û Pêvajoya Aştiyê de û Pirsgirêka Kurdan" hat lidarxistin.
Di civînê de Serokê Ofîsa Karên Derve yê PDKê Hemîn Hewramî, Berdevkê Partiyê û Parlamenterê Goranê Yusif Muhemed, Berdevkê YNKê Azad Cûndiyanî û Endamê Lijneya Rêveberiya Îslamî ya Yekgirtû Ebûbekîr Elî axivîn.
Azad Cûndiyanî destnîşan kir ku divê nûnerê PKKê jî beşdarî konferansê bibûna û îdia kir ku bêyî wan konferans nagihêje encam û armanca xwe.
Cûndiyanî diyar kir ku divê li dewleteke din konferans bê lidarxistin û derfet çêbibe ku hêzên Kurdistanê yên herêmên din jî beşdar bibin û fikr û ramanên xwe bînin ziman û wiha peyivî: "Li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd gelekî girîng e. Li Tirkiyeyê her çiqas nîqaş bidomin jî bi pêvajoya çareseriyê û pakêta demokratîkbûnê re nîşan dide ku divê li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd ji nû ve bê binavkirin. Heger ev nebe, em ê fêm nekin pirsgirêk tam çi ye."
Cûndiyanî diyar kir ku ji bo ji nû ve binavkirina pirsgirêka kurd pêvajoyên zagonî dest pê kirine û wiha got:b"Divê ev pêvajo bidome. Heger em kurdên li Rojhilata Navîn bifikirin, hewcedarî bi dewletên ku kurdan qebûl bikin heye. Ne bi çavê mijara ewlehiyê, divê wekî rastiyeke dewleta xwe li kurdan binihêrin."
-Talabanî bi Ozal û Erdogan re axivî bû
Cûndiyanî destnîşan kir ku Serokê YNKê Celal Talabanî bi rihmetiyê Serokomar Tûrgût Ozal û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinên girîng kiriye û wiha peyivî:
"Li herêmê pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e û divê bê çareserkirin. Kurdistan di nexşeya enerjiyê ya herêm û navneteweyî de cihê xwe girtiye. Divê welatên derûdor jî tevlî pêvajoya aştî û îstiqrarê bikin. Pakêta demokratîkbûnê derfeteke girîng e. Wekî stratejiyeke ku rê vedike derdikeve pêşberî me. Hemû kurd û tirk bi hêvî ne ku dê pavêjayoya çareseriyê bigihêje encamê. Ji muxalefetê jî ji xeynî hin kesan. Dîsa dubare dikim, pirsgirêka kurd pirsgirêkek herêmî ye. Em dibînin ku bi salan e nehatiye çareserkirin. Gelekî zehmetî hat kişandin. Bawerî şikestin. Ev ji bo me hemûyan bû qeyran. Li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd dê ji herêmê re jî bibe mînak. Siyaseta Tirkiyeyê ya derve gavên girîng davêje. Piştgiriya wan a ji bo Kudistanê jî girîng bû. Em helwest û gavên wêrektir hêvî dikin. Bi taybetî jî ji bo Kurdistana Sûriyeyê. Divê em ji bîr nekin ku Kurdistana Sûriyeyê navenda Kurdistana Osmanî bû. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî û navneteweyî ye û divê bê çareserkirin."