29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
SOÇÎ
Di çarçoveya Kongreya Guftûgoya Neteweyî ya Sûriyeyê da ku li Soçiya bajarê Rûsyayê wê bê kirin da Serokên heyetên welatên garantor wê civîna îstişareyê bikin.
Hatina delegeyên Sûriyeyî yên ku wê beşdarî Kongreya Guftûgoya Neteweyî ya Sûriyeyê bibin, dest pê kir û civîna sereke jî sibê ye.
Tê payîn ku serokên heyetên Tirkiye, Rûsya û Îranê li gor saeta Tirkiyeyê di saet 13.00an da civîna amadehiyê bikin.
Tirkiye ji aliyê Sedat Onalê Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva va wê bê temsîlkirin.
Rojeva sereke ya kongreyê hilbijartina komîsyona makezagonê ye.
Tê payîn ku bi qasî hezar û 600î delege beşdarî kongreyê bibin.
Komîteya Bilind a Gotûbêjê ya di hevdîtinên Cenewreyê da muxalifan temsîl dikir ragihandin ku ewê civînê boykot bikin.
Di amblema kongreyê da emilandina alaya rejima Esed jî muxalifan aciz kiribû û di civînê da Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî wê li ser navê Neteweyên Yekbûyî (NY) tevlî civînê bibe.
PYD/PKKya rêxistina terorê û kesên bi wan ra têkîldar in jî li ser îtiraza Tirkiyeyê nehatibûn vexwendin.