Türkan Tosun
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 422 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 17 hezar û 9766 zêde bû û derkete 2 milyon û 422 hezar û 536an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 428 zêde bû û derkete 57 hezar û 168an.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 23 hezar û 661 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 966 kes, li Fasê jî 6 hezar û 711 kes mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 873 hezar û 679 kes, li Fasê bû 403 hezar û 619 kes, li Misrê bû 122 hezar û 609 kes.
Li Afrîkayê 2 milyon û 47 hezar û 32 pêketî jî pak bûn.