27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
BERLÎN
Hat ragihandin ku li Berlîna paytextê Almanyayê û bajarê Bremenê bi îdiaya ku ji serokên PKKya rêxistina terorê ne 2 kes hatin binçavkirin.
Dozgeriya Berlînê û polêsên Berlînê daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan û di daxuyaniyê de gotin ku di serê hefteyê de bi gumana ku endamê rêxistina terorê ne Alî D. û Cem A. hatin binçavkirin.
Alî D.yê ku li Bremenê hat binçavkirin berpirsyarê PKKya rêxistina terorê yê Bremenê ye û berê niha jî berpirsyarê herêma Berlîna paytext ê rêxistina teror bûye.
Dan zanîn ku Cem A.yê ku li Berlînê hat binçavkirin jî ji bo ku ji rêxistinê re fînansê peyda bike ji kargehên tirkan bi darê zorê xeracê berhev kiriye.
Hat ragihandin ku lêpirsîna edlî ya der heqê kesên ku hatin binçavkirin de berdewam dike.