28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
KERKÛK
Meclisa Bajêr a Kerkûkê pesend kir ku li sazî û dezgehên bajêr, li kêleka alaya Iraqê, alaya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî were daliqandin.
Li Meclisa Bajêr a Kerkûkê biryara daliqandina alaya HKIyê bi beşdarbûna 26 endaman va yekdengî hat pesendkirin.
Endamên tirkmen û ereb jî civîn boykot kir û beşdarî dengdayînê nebûn.

Meclisa Bajêr a Kerkûkê 9 jê tirkmen, 6 jê ereb, bi tevahî 41 endaman pêk tê.
Piştî dengdayînê li nava meclisê û li avahiya Walîtiyê kêleka alaya Iraqê, alaya Herêma Kurdistanê hat daliqandin.
- Statuya Kerkûkê
Amerîkayê wexta ku di 2003an da Iraqê dagir kir, hêzên kurdan jî Kerkûk bi fîîlî dest xist û piştî hingê gelek kurdan koçî bajêr kiribû. Li gor benda 140emîn a Makezagona Iraqê ku di 2005an da hat nivîsandin, statuya Kerkûkê wiha hat plankirin; Kesên ku di dewra Sedam Huseyîn da bi darê zorê koç kirin, wê cardin vegerin, pişt ra li Kerkûkê nifûsê were jimartin û ji bo statuya wê referandumekê were kirin û rewşa dawîn were kifşkirin. Lêbelê ji ber hin sedem û lihevnekirinan ev bend hê nehatiye sepandin. Bexda dibêje ku Kerkûk ji aliyê îdarî va girêdayî rêvebiriya navendî ye, kurd û bi taybetî jî YNK dixwaze ku Kerkûk tevlî Herêma Kurdistana Iraqê bibe. Tirkmen jî li dijî vê dertên û dixwazin ku Kerkûk bibe xwedî statuyeke taybet. Piraniya nifûsa bajêr ji tirkmen, kurd û ereban pêk tê.