Önder Beyter
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
BÎŞKEK
Di 10emîn salvegera mirina wî da li Bîşkeka paytextê Kirgizistanê li ser merzelê wî, nivîskarê Kirgiz ê bi nav û deng Cengîz Aytmatov hat bibîranîn.
Di merasima bibîranînê da çeleng û kulîlk danîn ser merzelê Aytmatov ê li Goristana Ata Beytê.
Di merasimê da Qur'ana Kerîm hat xwendin û herwiha Serokwezîr Muhammedkaliy Abilgaziyev, alîkarên wî, rayedarên rêveberiya herêmî, nivîskar, xizmên wî, malbat û hezkiriyên wî beşdarî merasimê bûn.
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kirgizistanê Akbar Riskulov ku çû ser merzelê Aytmatov, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku çi di nava Tirkan da û çi jî li tevahiya dinyayê, Aytmatov nivîskarek e ku hezkiriyên wî pir in.
Cengîz Aytmatov di 12ê Berfanbara 1928an da li eyaleta Talasê li gundê Şekir hatibû dinyayê.
Ligel xebatên xwe yên wêjeyî, li Luksemburg, Belçîka û Holandayê wekî balyoz nûnertiya welatê xwe kiribû.
Berhemên Aytmatov ji bo 157 zimanan hatine wergerandin. Aytmatov di gulana 2008an da li Kazana paytextê Tataristanê ku seba kişandina belgefîlmeke ji bo kanaleke Ûris çûbû wê derê, nexweş ketibû û ji bo tedawiyê ew biribûn Almanyayê.
Aytmatov di 10ê hezîranê da li Almanyayê serî danîbû.