Nihat Kavşut
22 Gulan 2020•Rojanekirin: 23 Gulan 2020
Li Brezilyaya ji welatên Amerîkaya Başûr ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hezar û 188 kesên din jî mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 20 hezar û 47an û hejmara nexweşan jî 18 hezar û 508 kes zêde bû û derket 310 hezar û 921ê.
Li gor malpera Worldometerê ku daneyên derbarê Kovîd-19ê da berhev dike li Amerîkaya Latîn herî zêde nexweş li Brezilyayê hene û li dinyayê jî piştî Amerîka û Rûsyayê dewleta 3yemîn e.