Önder Beyter
26 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
ANKARA
Ji desteserkirina 20 berşikên sivîl ên ku di çarçoveya lêpirsîna dijî "pêkhateya veşartî" ya Rêxistina Terori ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) ya Hêzên Esmanî da Enqere navend li 5 parêzgehan operasyon hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna dijî "pêkhateya veşartî" ya FETOyê ya Hêzên Esmanî da Enqere navend li 5 parêzgehan der heqê 20 sivîlî da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li dijî navnîşanên berşikan dest bi operasyona hevdem kirin.
Hat ragihandin berşikên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn, di nava rêxistinê da di payeya "abî" da bûn û herwiha ji Fermandariya Hêzên Esmanî berpirsiyar bûn.
Xebatên desteserkirina berşikan didomin.