Abdullah Tel
06 Sibat 2021•Rojanekirin: 07 Sibat 2021
Li gor nûçeya rojnameya "The Hindu" yê komên cotkarên li eyaletên Pencap û Haryanayê hatin bal hev li 15 herêmên der û dorê Delhiya Nû 33 rêyan ji trafîkê ra girtin.
Ji ber bangewaziya yekîtiya sendîkayên Samyukt Kisan Morcha (SKM)yê çalakî hat kirin û hat gotin ku rêyên li dora paytext wê bi qasî 3 saetan ji çûn û hatinê ra girtî bimînin.
- Qanûnên çandiniyê yên nû û protestoyên cotkaran
Li Hindistanê di Îlona 2020î da 2 qanûnên ku di qada çandiniyê da rê li serbestiyê vedike dawî li polîtîkayên piştgiriyê û bihayê destekiriyê tîne hatin qebûlkirin û cotkar jî bi hinceta ku wê şirketên mezin bihayan kêm bikin û di dawiyê da jî wan bê ax bihêlin va li dijî van qanûnan derdikevin.
Hikûmeta Serokwezîr Narenda Modî jî dibêje ku ev qanûnên nû wê ji bo cotkaran qada firotina berheman firehtir bike û bi saya veberhênaniya taybet va wê pêşî li çandiniyê vebibe.
Di navbera hikûmet û cotkaran da ji bo lihevkirinê 11 car hevdîtin hatin kirin lê tu lihevkirin pêk nehat û herî dawîn hikûmetê ji cotkaran ra got ku bila ev qanun heta 18 mehan nekeve rewacê û li ser vê jî lihevkirin çênebû.
Ji ber lihevnekirinê cotkaran jî gotin ku wê çalakiyên xwe bidomînin.
Li welêt ji nîvî zêdetirê cotkaran di bin deyn da ne û tê gotin ku di salên 2018 û 2019an da 20 hezar û 638 cotkaran xwe kuştine.