11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û komên biyanî yên piştgirên wê êrişên xwe yên li ser Îdliba herêma kêmkirina rageşiyê ye didomînin.
Hêzên rejimê bi qasî 4 kîlometre dûrî balafirgeha Ebû Zuhûrê ne û ew der jî ji hêla stratejiya eskerî va xwedî girîngiyê ye.
Hêzên rejimê ji cotmeha borî vir va bi piştgiriya hêzên hewayî yên Rûsyayê êrişên xwe yên li ser Îdliba herêma ku kêmkirina rageşiyê ye zêde kirin. Artêşa rejimê û komên biyanî yên ku Îran piştgira wan e duh êvarê bi qasî kîlometreyek nêzîkî balafirgeha eskerî ya Ebû Zuhûrê bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê berhev kirin bi saya êrişên dijber ên ku Heyet Tehrîr Şama koma çekdar a dijî rejimê va hêzên rejimê ji mecbûrî bi qasî 3 kîlometre paşve çûn.
Di şer û pevçûnên didomin da hêzên rejimê yên bi qasî 4 kîlometre dûrî balafirgeha stratejîk in gelekî zirar dîtin.
- Girîngiya Ebû Zuhûrê
Balafirgeha eskerî ya Ebû Zuhûrê ku bi qasî 40 kîlometre ji navenda Îdlibê dûr e di îlona sala 2015an da ji hêla komên muxalif û çekdar ên dijî rejimê ne va hatibû bidestxistin.
Bajarokê Ebû Zuhûr û balafirgeha wê li rojhilatê Îdlibê dikeve, ji bo Heleba başûr û Hemaya rojhilat ku di destê muxalifan da ye rêya derbasbûnê ye.
Balafirgeh dema bikeve destê hêzên rejimê îhtimal e ku herêma di bin kontrola muxalifan da ye bi tevahî ji dest biçe.
Li derdora Ebû Zuhûrê bi qasî 100 hezar sivîl dijîn ji ber şer û pevçûnan bi hezaran malbat koçî deverên ji bo xwe ewle dibînin, dikin û koç jî didome.