14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Li herêmên bi saya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê dike û ji terorîstan tê paqijkirin gelek mayinên dijepersonel hatin bidestxistin. Li gor Peymana Ottawayê bikaranîna van mayinan qedexe ye.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike dabû destpêkirin, bi serkeftî dewam dike.
Artêşa Tirkiyeyê di operasyona ku ji 20ê çileya paşîn vir va dabû destpêkirin de ji bo sivîl zirarê nebînin hesas tevdigere.
Di operasyonê de gelek muhimat û alav hatin bidestxistin.
Li herêmên ku di 10-12yê sibatê de ji terorîstan hatin paqijkirin gelek mayinên dijepersonel hatin bidestxistin û li gor Peymana Ottawayê bikaranîna van qedexe ye.
Tepîtkirina van mayinan zehmet e û ew ji bo sivîlên li herêmê talûke ne. Lewra ji ber van mayinan gelek sivîl seqet dibin û dimrin.
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de gelek sitargeh û mewziyên terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî yên ku hatine terkandin, hatin bidestxistin.
Hin sitargehên ji hêla terorîstan va hatine kolandin jî balê dikşînin. Ji bo ku ji hêla Wesayîtên Esmanî yên Bêmirov (ÎHA) va neyên tespîtkirin sitargeh di binê daran de hatine kolandin.
Ji bilê vê devê van sitargehan bi naylonan ve hatine girtin ku ew veşartî bimînin û neyên dîtin.