İbrahim Atmaca
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
ANKARA
Di nav hejmara welatiyên welatê biyanî ku par ji deriyên sînor ra derbasî Tirkiyeyê bûn da herî zêde Ûris hene.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên îstatîstîkên koçê yên Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî dan hev, par ji deriyên sînoran 4 milyon û 702 hezar û 482 welatiyên Ûris derbasî Tirkiyeyê bûn. Ji pey Ûrisan ra Alman tên. 3 milyon û 519 hezar û 206 Alman û bi 2 milyon û 497 hezar û 812 kesan va jî Îranî di rêza sêyemîn da ne. Piştra ji rêzê va welatiyên Gurcistan, Bulgaristan, Îngiltere, Ukrayna, Iraq, Hollanda û Azerbaycan tên.
Hejmara tevahî ya ketin û derketinê li gor sala 2016an zêde bû. Di sala 2016an da 24 milyon û 686 hezar û 471 ziyaretvanên biyanî hatin Tirkiyeyê. Di sala 2017an da li vê hejmarê 7 milyon û 371 hezar û 745 kes zêde bûn û derket 32 milyon û 58 hezar û 216 kesan. Her wiha par li gor 2016an 7 milyon û 315 hezar û 243 kes jî ji Tirkiyeyê derket derva. Bi tevahî jî hejmara kesên ku par ji Tirkiyeyê derketin dervayî bajêr jî derket 32 milyon û 33 hezar û 516 kesan.
Li gor îstatîstîkan di salên 2013 û 2014an da herî zêde Alman, Ûris û Îngiliz hatin Tirkiyeyê. Welatiyên Almanya, Rûsya û Bulgaristanê di 2015an da di rêza 3yan da bûn. Di sala 2016an da jî Almanya, Gurcistan û Bulgaristan ketin hersê rêzên ewil.
Bi wesayît, balafir, keştî û trenê va di 2010an da 26 milyon û 623 hezar û 911, di 2011an da 29 milyon û 93 hezar û 834, di 2012an da 29 milyon û 704 hezar û 394, di 2013an da 32 milyon û 865 hezar û 309, di 2014an da 35 milyon û 115 hezar û 789, di 2015an da jî 34 milyon û 633 hezar û 391 biyanî hatin Tirkiyeyê.