25 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
AFRÎN
Artêşa Tirkiyeyê piştî ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê Efrîn ji terorîstan safî kir, çaviyeke taybet a nexweşxaneyê ku terorîst lê dihatin tedawîkirin, derxist holê. Li nexweşxaneyeke navend a navçeyê terorîstên birîndar di çaviyeke taybet da hatine tedawîkirin. Piştî tunêleke 50 mêtreyî paşê meriv xwe dighîne çaviya taybet a nexweşxaneyê. Di çaviya taybet da digel cîhazê rontgenê, alavên alîkariya ewilîn ên ku li Amerîkayê hatine çêkirin jî hatin dîtin.
Piştî ku Efrîn ji terorîstan hat paqijkirin, unsûrên Artêşa Tirkiyeyê ji bo asayîşa vegera gel peyda bikin ku vegerin malên xwe, xebatan didomîne. Di vê çarçoveyê da Mehmetçîk xebatên lêgerîn-kontrolê didomîne, avahiyên ku terorîstan li navçeyê xebitandine yek û yek derdixin meydanê.
Ûnsûrên Artêşa Tirkiyeyê li nexweşxaneya ku dikeve bakurê rojavayê navçeyê lêgerîn kir, di lêgerînê da çaviya terorîstên ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da birîndar bûne û lê tedawî bûne, dît. Hat dîtin ku di sitargeha nexweşxaneyê da çaviyeke taybet hatiye çêkirin û bêyî ku hêzên ewlehiyê tesbît bikin, xwestine terorîstên birîndar di vê çaviyê da tedawî bikin.
Ji derva va heta çaviya taybet tunêleke nêzî 50 mêtreyî hatiye çêkirin ku tê ra têkevin çaviya taybet. Di lêkolînan da tunel jî hat dîtin û hat tesbîtkirin ku di çaviya navborî da him midaxaleya ewilîn hatiye kirin û him pêvajoya tedawiyê dewam kiriye.
Di çaviyê da cîhazê rontgenê jî hat dîtin û alavên alîkariya ewilîn ên ku li Amerîkayê hatine çêkirin jî hatin dîtin. Serumên ku hatine xebitandin û unîformayên bixwîn ên rêxistina terorê dide nîşan ku di operasyonê da gelek terorîst li wê derê tedawî bûne.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji bo ku li ser hidûd û herêmê ewlekarî û îstiqrar çêbibe, li herêma Efrînê jî ji bo ku mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê werin berterefkirin û her wiha ji bo ku xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bibe, Artêşa Tirkiyeyê 20ê rêbendanê roja şemiyê dabû destpêkirin.
Di operasyonê da ji yekparetiya axa Sûriyeyê ra rêz tê nîşandan û operasyon li gor mafên Tirkiyeyê yên ku bingeha wan hiqûqa navneteweyî ye û li gor biryarên li ser têkoşîna terorê yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di çarçoveya mafê parastina meşrû ya li gor benda 51em a peymana NYê da dewam dike.