25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê duh êvarê êrîşî Zanîngeha Amerîkayê ya ku li herêma Darul Amanê ye kirin. Di êrîşê de jê 7 xwendekar, bi giştî 13 kes mirin.
Amirê Buroya Cinayetê ya Kabulê Feraîdun Ubaîdî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 2 êrîşkaran duh êvarê wesayîteke bombebarkirî li ber Zanîngeha Amerîkayê teqandin û pişt re ketin zanîngehê.
Ubaîdî got ku êrîşkaran li zanîngehê gule barandin û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket. Pevçûnê heta sibê dewam kir û 2 êrîşkar hatin kuştin.
Ubaîdî got ku di êrîşê de jê 7 xwendekar, bi giştî 13 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.
Tu kesî hê berpirsyariya êrîşê hilneda stûyê xwe.
Li zanîngehê 1700 xwendekar perwerdeyê dibînin.