Nihat Kavşut
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ANKARA
Li Erebistana Siûdî 16 kesên li ser navê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) ji organîzasyonên hec û umreyê ji bona rêxistinê pere kom kirine, bi destê meqamên Erebistana Siûdî hatin binçavkirin û teslimî rayedarên Tirkiyeyê hatin kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda, ji bo qefaltina 16 kesên li Erebistana Siûdî li ser navê rêxistina FETOyê ji organîzasyonên hec û umreyê pere kom kirine Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) roleke mezin lîstiye.
16 kesên welatiyên Tirkiyeyê ne piştî tesbitkirina nasnameyan hatin binçavkirin û peyra şandin Tirkiyeyê.
Di operasyona di kordîneya Serokatiya Daîreya Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Giştî hat meşandin da 16 gumanbar bi balafirê anîn Tirkiyeyê û birin ewlehiyê.