Elif Orhan
21 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê bi Serokê Konseya YEyê Donald Tûsk re axivî.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat bidestxistin Tûsk di axaftinê de êrîşên terorê yên li Enqere û Diyarbekirê şermezar kir û sersaxî da Serokomar Erdogan.
Tûsk got ku di têkoşîna bi terorê re de digel Tirkiyeyê cî digirin. Hat ragihandin ku di axaftina Tûsk û Erdogan de di serî de mijara penaberan li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê jî sekinîn.
Dan zanîn Tûskê Serokê Konseya YEyê bal kişand ku dê di meha adarê de di mijara penaberan de di navbera YE û Tirkiyeyê de lûtkeyeke taybet bê kirin.