Elif Orhan
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
KERKÛK
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku li Iraqê dewleteke federal tune lê belê dewletek xwe dispêre mezhebê heye û got ku divê hember kesên ku pirole referandûmê dixwazin jî rêz bê girtin.Barzanî li Kerkûkê di civîna ku bi hêmanên etnîk û dînî yên bajêr û nûnerên partiyên siyasî re hat bal hev de axivî.
Barzanî li Kerkûkê di civîna ku bi hêmanên etnîk û dînî yên bajêr û nûnerên partiyên siyasî re hat bal hev de axivî.

Barzanî der heqê referandûma biryar hat dayîn ku di 25ê îlonê de bê kirin daxuyanî da Kerkûkiyan û wiha axivî:
"Referandûm biryara şexsekî, partiyeke siyasî yan jî ya kurdan tenê nîne biryara gelê Kurdistanê ye. Heke hûn bipirsin ku gelo ev biryar çima hat dayîn; bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hemû rê hatin ceribandin lê belê bi ser neketin. Mixabin li Iraqê hevkariyeke rasteqîn nehat pêkanîn. Heke hevkariyeke rasteqîn çênebe û çareseriyeke din jî neyê pêşniyazkirin wê demê Xwedê nekirî dibe ku bûyerên din jî biqewimin."
Barzanî got ku "Em hember nêrînên hemû aliyên ku dijî referandûmê ne rêz digirin. Lê belê divê hember kesên ku pirole referandûmê dixwazin jî rêz bê girtin." û wiha axivî: "Li Kerkûkê her dem bihevrejiyan, aştî û biratî divê wek sembola bajêr bimîne. Em ê destûr nedin ku tu kes ewlehî û îstiqrara Kerkûkê xira bike. Gelê Kurdistanê îspat kiriye ku gelekî aştîxwaz e."
Barzanî got "Gelê Kerkûkê dê bi destê xwe siberoja xwe diyar bike û dê destûrê jî nede bê astengkirin ku siberoja xwe tayîn bike."
Barzanî got car carna daxuyaniyên negirîng ên wekî dê şer derkeve dibihîzin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ew kesên ku bangên şer dikin bila li yên beriya xwe binêrin, ji bilî felaket û êşê çi hiştin li pêy xwe. Me guleberdanê ji hişê xwe re derbas nekir. Lê belê hin kes heke me tehdîd bikin bila li bendê nemînin ku em jî destgirêdayî bisekinin."
Barzanî qala rewşa berdest a Iraqê jî kir û ev gotin:
"Li Iraqê niha hebûna dewleteke federal tune tenê dewleteke ku xwe dispêre mezheban heye. Rewşa berdest a welêt ranake ku welêt ji aliyê mezhebekî ve bê birêvebirin ji ber ku di destûra bingehîn de Iraq wekî welatek ku gelek dîn, netewe û mezheb lê ne tê binavkirin. Divê Iraq wek welatekî şaristanî mafên hemû hêmanên etnîk û dînî yên lê ne biparêze. Li ser kurd û tirkmenan lêferzkirina nasnameya ereban an jî berevajiyê vê nayê qebûlkirin. Me her dem ji bo ku nasnameyeke iraqî ya ku her kesê temsîl dike bê avakirin têkoşîn da. Mixabin ku rewşeke wiha derket holê. Baş e lê çare çi ye? Hevkariya ku hatiye îxmalkirin e? An jî divê li çareseriyên din bigerin. Di encama ev qas pirsgirêk û teşebûsan biryara referandûmê hat sitandin."