15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
LAHEY
Li Hollandayê welatî di nav mijarên dijminatiya biyaniyan, axaftina nijadperestî, dijminatiya biyaniyan, li hember wezîrên tirk tevgerên skandal de îro diçin dengdayînên ya ji bo hilbijartina giştî.
Dengdayînê li welêt di saet 07.30an de (bi saeta Tirkiyeyê ve di saet 09.30an de) dest pê kir û sandiq wê di saet 21.00an de (bi saeta Tirkiyeyê ve di saet 23.00an de) bêne girtin.
Di hilbijartinan de 114 namzed û 28 partî ji bo 150 sandalyeyan ketine pêşbirkê. 27 namzedên eslê wan tirk e jî beşdarî hilbijartinan bûn.
Wisa tê texmînkirin ku partiyek wê bi tena serê xwe nikaribe bibe hikûmet.
Nîvê şevê encama hilbijartinê wê bê eşkerekirin, di 21ê adarê de jî encamên fermî wê bên eşkerekirin.
Piştî encam hatin eşkerekirin ji bo avakirina hikûmetê xebatê dest pê bikin.
Di sala 1977an de hikûmet di 208 rojan de ava bûbû, di sala 2012an de jî 54 rojan de.
- Skandala dîplomatik deng zêde kirin
28 partiyên beşdarî hilbijartinan bûn herî kêm nîvê wan wê bibin xwedî sandalyeyekê.
Li gor ankêta I&Oya şirketa lêkolînê ya do piştî nîvro hat eşkerekirin Partiya Lîberal (VVD) Mark Rutteyê Serokwezîr pêşengê wê ye bi 27 parlementeran di rêza ewil da ye. Peyra jî bi 20 parlementerî Partiya Kesk û Demokrat 66 tên.
Wek mayîn tê texmînkirin Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDA) 19 parlementerî derxe.
Hilbijartina giştî ne tenê ji bo Hollandayê ji bo pêşeroja Yekîtiya Ewropayê jî zehf girîng e.