26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî daxuyand ku li herêma Qaîmê ya rojavayê bajarê Enbarê operasyon hat destpêkirin ku herêm ji destê DEAŞa rêxistina terorê bê xilaskirin.
Di daxuyaniya nivîskî a ofîsa çapemeniyê ya Ebadî de wiha hat gotin: "Em operasyona rizgarkirinê ya Qaîmê didin destpêkirin. Hêzên me ber bi bajarokên Qaîm, Rava û yên din ên ku keleha dawîn ên terorê ne va diçin. Hemû wê vegerin li ser axa welêt. Li ber DEAŞê ji mirinê an jî teslîmbûnê betir tu rê nema."
Di daxuyaniyê de hat gotin hêzên Iraqê ji bo gel wê li her derê serkeftinên xwe bidomînin.