Önder Beyter
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
DOHA
Hat ragihandin ku Wezîrê Parastina Qeterê Xalid bîn Mihemed el-Atiye û hevmewqiyê wî yê rûs Sergey Şoygû peymana hevkariya leşkerî îmze kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Rênîşandana Menewî ya girêdayî Wezareta Parastina Qeterê, di hevdîtina Şoygû û Atiye ya li paytext Dohayê da peywendiyên dualî, xurtkirina hevkariya leşkerî û berevaniyê, geşedanên dawîn ên di qeyrana li Sûriye û Kendavê da û herwiha têkoşîna dijî terorê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan di hevdîtinê da peymana hevkariya teknîkî ya leşkerî, reşenivîsa rêkeftina berevaniya asîmanî, peymana rêziknameya kirîna alavên leşkerî îmze kirin.
Piştî hevdîtinê Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî jî Şoygû li Qesra El-Behr ya li Dohayê qebûl kir. Di hevdîtinê da peywendiyên dualî, hevkariya leşkerî, qeyran û deng û rengvedanên wê yên li herêmê hatin nîqaşkirin.